Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama di Peyama Newrozê de Daxwaza Pejirandina Rêkeftina Navokî Dike


Serok Barack Obama
Serok Barack Obama

Serokê Amerîka Barack Obama mesajek belav kir û tê de Newroza îsal pîroz kir.

Obama di peyama xwe de ji Îranîyan re axifî û got, îsal derfetên herî baş tîne pêş ku peywendîyên nav Amerîka û Îranê bînin asteke bû.

“Divê rêberên Îranî peymana navokî ya maqulane qebûl bikin û Îranê di qada navnetewî de ji tenêbûna rizgar bikin. Bi vî awayî ew dikarin derfetên mezintir bînin pêş gelê Îranê.”

Peyama Serok Obama ya ji Îranîyan re di vê demê de tê ku ew Newrozê pîroz dikin û muhleta rêkeftineke navokî jî di 31ê mehî da dawî dibe.

Li gor çarçoveya lihevkirinê divê Îran programa xwe ya navokî lîmît bike û beranber wê jî toleyîên aborî yên navnetewî li ser Îranê bêne rakirin.

XS
SM
MD
LG