Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Zarokan Ji Bo Şer Bikar Tîne


Îro Sêşemê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov got Daiș di sê mehên dawî de bi kêmanî 400 zarokên ji 18 salî biçûktir bi navê ( Çêlik-Șêrên Xîlafetê) tevlî xwe kirin, û ew bi bîr û bûçûnên xwe yên Radîkal amade kirine ji bo şerê çekdarî.

Yek ji wan zarokan, hate diyarkirin di vîdyoyekî de, ku vê mehê ji aliyê Daiș ve hatibû belavkirin, çawa ew dîlekî ji Erebên Îsraîlê gulebaran dike û dikuje, bi tawana sîxuriya ji Îsraîl re.

Jêdereke ji Polîsê Frensî got , gumane ew zarok birayê Mihemed Merah be, yê ku di sala 2012 an de, 3 leşker û sê zarokê Cihû kuştin li bajarê Toloz, Frensa.

Li gor serokê Çavdêriya Mafê Mirov ku bingeh li London e rêzdar Ramî Abdulrehman, zarok ji bo Daiș armanceke hêsan e, ji ber ew zû tên xapandin.

Daiș, bi pere û piropogenda xwe ya li ser Îslama radîkal tê avakirin, gênc û zarokên ji welatên biyanî tevlî xwe dikin û wan beşdarî şer û pevçûnan dikin.

XS
SM
MD
LG