Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Elîko: Gelek Nakokî di Navbera ENK-Sê û TEV-DEMê de Hene


Nakokî di navbera her du encûmenên Kurdên Sûriyê (ENK-S û TEV-DEM) de hîn berdewam in.

Di merasîmên binaxkirina qurbaniyên êrîșên parêzgeha Hesekê de nakokî dîsa derketin holê û bûn cihê dilsariyê li nik hemwelatiyên kurd.

Endamê Komîta Siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriyê, rêzdar Fuad Elîko, di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka şîrove dike.

Elîko ew nakokî vegerandin bo kêșeyên siyasî yên bingehîn di navbera her du encûmenan de ku li gor wî pêwîstbûn di Rêkeftina Duhokê de bihatana çareserkirin, berî lêvegera siyasî bête damezrandin.

Elîko ku niha li bajarê Stenbol,Tirkiyê dimîne got:

“Eger aliyê TEV-DEMê dev ji siyaseta yekalî berde û di daxuyaniyeke fermî de bi awakî zelal bêje em nema çi biryaran bêyî lêvegera siyasî distînin, em amade ne bi wan re kar bikin, Ji bilî vê yekê ew li cihê xwe û em cihê xwe.”

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvînê, fayla deng vekin

Fuad Alîko SW 3_25_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:33 0:00

XS
SM
MD
LG