Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Işik Gera Trêna Aştiyê ya ‘Li Aştiyê Binêre’ Dinirxîne


Nivîskar û bizavkarên sivîl jibo piştgiriyê bidin Pêvajoya Aştî û Çareseriyê ya li Tirkiyê bi navê ‘Li Aştiyê Binêre’ rêwîtiyek bi Trêna Aştîyê kirin.

Trêna Aştiyê ku tevî komek hemwelatiyan û nivîskaran 14’ê Adarê ji Stenbolê bi rê ketibû, li 10 bajaran geriya û dawî li vê rêwîtiya xwe anî.

Bizavkarên Trêna Aştiyê li her bajarên ku çûnê 2 şitlên daran jibo aştiyê çandin û danûstandin bi rêvebirên herêmî re kirin.

Rawestgeha herî girîng ya Trêna Aştiyê serbajarê Kurdan Amed bû ku rojek berî Newrozê gihîştin wir û bizavkaran ligel karbidestên herêmî hevdîtin bi şarevaniyên Kurd re jî pêk anîbûn.

Birêvebirên vê çalakiyê piştî dawîhatina rêwîtiyê roja Şemiyê li Stenbolê, bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku ew gihîştine armanca xwe û rastî eleqeyeke baş hatine.

Nivîskar Îlhamî Işik ku yek ji pêşengê vê çalakiyê ye ji Dengê Amerîka re dibêje, “Me bi çavê xwe dît ku em dest bidin hevdu aştî dikare pêk were. Dema me destê xwe dirêj kir, destê me li aştiyê ket.”

Ew dide xuya kirin, “Li Newroza Amedê diyar bû ku gel piştgiriyeke xurt dide aştiyê. Me got aştî, lê dengê wan ji yê me bilindtir bû.”

Trêna Aştiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG