Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY û Xaça Sor Derbarê Qurbaniyên jiber Êrîşên Asmanî li Yemenê Hişyarî Didin


Ofîsa mafên mirov ya Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor ya navneteweyî dibêjin, ew jiber jimara bilind ya qurbaniyên sivîl yên tundûtûjiyê li Yemenê, xembar in.

Ji hefteya bûrî de koalisyona bi serkêşiya Erebistana Saudî serhildêrên Şîa li Yemenê dikin armanc.

Di daxuyaniyekê de îro Sêşemê, karmendên mafên mirov yên NY li Yemenê piştrast kirine ku bi kêmî 19 kesên sivîl hatin kuştin, dema ku êrîşên asmanî kampeke penaberan li bakurê Yemenê kirin armanc. Di heman êrîşê de, bi kêmî 35 kes birîndar bûn ku 11 ji wan zarok bûn.

Xaça Sor ya Navneteweyî jî bang li hemû aliyên nakokiyê dike ku rê jibo alîkariyên bijîşkî jibo birîndaran vekin.

XS
SM
MD
LG