Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mizgîn Ehmed: Armanca Daiş Ewe Valakirina Herêmê Ji Pêkhateyên Wê


Mizgîn Ehmed
Mizgîn Ehmed

Hilweșandina kenîseyên Mesîhiyan ji aliyê Çekdarên Daiș ve li parêzgeha Hesekê roja yekșemê li gor șîrovekar û calakvanan, tiștekî ne dûrî rêbaza vê gurûpa terorîst e.

Endama rêvebiriya TEV-DEMê rêzdar Mizgîn Ehmed, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:

” Daiș û kesên ku piștgiriya wan dikin, hewil didin pêkhateyên herêma Cizîrê ji hev bixin û nakokiyên ayînî di navbera wan de derxin holê. Lê Cizîrê bi hemî pêkhateyên xwe pilanên terorîstan baș nas dikin û bi yekbûna xwe wan têk dibin.”

Ehmed ku li bajarê Qamîșlo dimîne, herwiha bal kișand ser koçberbûna xelkê herêmê û ragihand ku armanca dijmin ewe herêm ji xelkê wê vala bimîne û rengîniya wê çi wate jêre nemîne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Mizgîn Ehmed SW 04_06_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:52 0:00

XS
SM
MD
LG