Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Nakokiyên Li Dor Ala Kurdî Di Nav Kurdên Sûrî de


Newaf Xelîl, Şahîn Ehmed û Salih Ce'fer
Newaf Xelîl, Şahîn Ehmed û Salih Ce'fer

Al yek ji sembolên miletan in ku pê tên nasîn û dîroka wan kurtebir dikin. Her çendî nakokî di navbera pêkhate û partî û aliyên miletekî de hebin. Her ala wan wek milet dimîne yek û bi taybetî ku ew milet di hindurê welatekî de bijî wek Kurdên Sûriyê.

Roja îro, Kurdistana Sûriyê yan jî Rojavayê Kurdistan wek ku tê nasîn, du alên ciyawaz hene ku her aliyek wê dibîne ala Kurdistanê û wê di xwepêșandan û kombûnên xwe de hildide.

Gelo hebûna du alan, ew destpêkeke ku tê de Kurd dev ji xewna Kurdistana yekbûyî berdidin? An jî ew tenê nakokiyên partiyan in?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mevanan ronî dide ser vê babetê.

Berpirsê ragihandina Partiya PYD li Ewrupa Newaf Xelîl ku li Almanya dimîne; nivîskarê Kurdê Sûrî Salih Ce’fer ku li Holenda dimîne û her wiha endamê komîta navendî ya PDK-S Șahîn Ehmed ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance 4_7_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:59 0:00

XS
SM
MD
LG