Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Îspanî 10 Kes bi Girêdana DAIŞ Desteser Dike


Polîsên Îspanî 10 kes li herêma Katalonya desteser kirin, bi sedema ku guman heye peywendîya wan ligel Dewleta Îslamî (DAIŞ) heye.

Karbidest dibêjin, operayona wan li Barcelona û Tarragona hatin kirin û kesên desteserkirî bi terorîzma cîhadî, taybetî ji bi Dewleta Îslamî girêdayî ne.

Karbidestên ewlehî yên Ewrupî di demên dawî de jimareke operasyonên pêşîgirtinê dikin ku kesên genc tev li grubên tundrê nebin.

Karbidestên Îspanî dibêjin, ew guman dikin ku dora 100 kes ji Îspanya çûne Sûrîye û Îraqê û beşdarî li komên tundrê kirine.

Hikûmeta Îspanî di xemê de ye ku ew kesên çûyî vegerin Îspanya û kiryarên terorîstî li wî welatî pêk bînin.

XS
SM
MD
LG