Piştî derxistina milîtanên Dewleta Îslamî DAIŞ ji bajarê Tikrîtê, hêzên ewlehiya Îraqê amadekariyan dikin jibo hêrîşan liser milîtanan li parêzgeha Enbar.
Sulaiman El-Kubaysî, rawêjkarê Encumena Parêzgeha Enbar gote Dengê Amerîka ku êl û eşîretên Sunnî yên parêzgeha Enbar beşdarî şerê dijî milîtanên DAIŞ dibin.
Wî got, hêzên Heşd Şeabî ji eşîretên Enbar pêkhatine yên derveyî parêzgehê nahên.
Birêz El-Kubaysî got, ew pêşbînîya paqij kirina deverê ji DAIŞ dike di demê mehekê de bi alîkarîya tevaya hêzên ewlehiya Îraqê, hêzên esmanî yên Îraq û hevpeymaniya.
Pêtir zanyarî di vê raportê de ye;