Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê: Şervanên PKKê Çar Leşkerên Tirk Birîndar Dikin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Artêşa Tirkiyê dibêje, serhildêrên Kurd teqe li leşkeran li rojhilatê Tirkiyê kirine û di encamê de çar leşker birîndar bûne.

Artêşê got, êrîş roja Şemiyê li nêzîk gundê Yukarî Tutek, ser bi stana Agirî ve çê bûye. Leşker hatibûn şandin wê deverê jibo çavdêriya festîvaleke havînê ku ji aliyê piştgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatibû rêxistin.

Artêşa Tirkiyê herwiha ragihand ku leşkerên bêtir û firoke û helîkopter hatine şandin bo wê deverê, jiber ku şer hîn berdewam dikir.

Ev şer derdikeve holê, tevî pêvajoya aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û şervanên Kurd de. Mebesta pêvajoyê ew e ku dawî li nakokiya ji sala 1984ê de destpê kiriye bîne.

Meha bûrî, rêberê PKK Abdullah Ocalan bang li şervanên xwe kir ku yekcar çekên xwe deyînin û li çareseriyeke aştiyane bigerin.

XS
SM
MD
LG