Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Baqir: Rûsya Dixwaze Rola Wê di Qeyrana Sûrî de Sereke Be


Ji destpêka qeyrana Sûriyê ve ta nuha Rûsya xwedan roleke serekî ye di rûdawên navnetewî û herêmî de li ser çareserkirina vê qeyranê bêy ku dest ji berjewndiyê xwe bi rejîma Sûriyê re berde.

Mosko hevdîtina opozisyon û rejîma Sûriyê careke din kir da ku bigihêjin xalên hevbeş li ser çareseriyeke siyasî ji kêşeya Sûrî re, lê ew bû cihê rexne û nerazîbûna hinek aliyên din ji rikaberiyê û hêzên navnetewî .

Parêzerê Kurd Ferhad Baqir di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got ku Rûsya naxwaze ku qeyrana Sûrî çareser bibe bêy ku parra wê tê de be.

Birêz Baqir got, peyama van hevdîtinan ew e Rûsya dest ji rejîma Sûrî bernade û berjewendiyên xwe li herêma Rojhilata Navîn têk nabe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG