Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Peymana Navokî ligel Şeş Hêzên Cîhanê ye


Serokê Îranê Hesen Ruhani dibêje, Îran ligel şeş hêzên cîhanê danûstandinan dike ku bigiheje peymaneke navokî, ne ligel qanûndanêrên Amerîka.

Daxuyanîyên Ruhanî yên îro Çarşemê wek bersîvdana pêşketinên li Washingtonê tê dîtin ku Serok Obama gotibû ku ewê peymana ligel Îranê, bo pêdaçûnê bişîne pêş kongresê.

Ruhanî di axaftina xwe ya li bajarê Reşt, li pêş hezaran kes careke din dubare kir ku Îran wê peymana navokî ya dawî îmza neke, heta ku hemî toleyên aborî neyên rakirin.

Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoya Amerîkî do biryarek li ser peymana ligel Îranê standibû.

Li gor wê biryarê, divê 30 roj muhleta pêdaçûnê hebe û her 90 roj carek Serok Obama piştrast bike ku Îran, li gor peymana îmzakirî, xebatên navokî kêmtir dike.

XS
SM
MD
LG