Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Can Bapîr: Pêwîst e Çareseriyek Bo Koçberiya Ne Rewa Bê Dîtin


Derbasbûna penaberan ya ne rewa bo Ewrupa bi awakî berdewam jiyana wan dixe nav metirsiyan û ew di nav deryayan de rastî mirinê tên.

Li gor hin agahî, di sala 2015an de derdora 1500 kes di nav ava Derya Spî de jiyana xwe ji dest dan.

Romannivîs û derhênerê Kurdê Sûrî Can Bapîr, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û derbasbûna nerewa bo Ewrupa wek bijara tek ya li pêș penaberan mayî anî ziman.

Bapîr ku bi xwe jî bi riya avê, bi awakî ne rewa derbasî Ewrupa bû û niha li welatê Nemsa (Avusturya) dimîne wiha axifi:

“Dema ku mercên jiyanê li welatên wan nebin û her roj ew rastî mirinekê bên, helbet dê penaber mirineke din ji bo xwe hilbijêrin.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Can Bapîr SW 04_20_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:10 0:00

XS
SM
MD
LG