Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Sulêman: Bê Çarçoweyek Yekgirtî Kurdên Sûriyê Bi Ser Nakevin


Ehmed Sulêman
Ehmed Sulêman

Piștî gelek hewildanan ji aliyê serokatiya herêma Kurdistana Îraqê ve ku rengekî ji yekîtiyê di navbera wan de ava ke, Kurdên Sûriyê, li gor hin çavdêran gihîștine cihekî vala ji rêkeftinê. Têkçûna lêvegera siyasî jî nimûneya herî dawî ye di vê derbarê de.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Pêșverû ya Kurdî li Sûriyê rêzdar Ehmed Sulêman, ji Dengê Amerîka re sedemên vê têkçûnê vegerandin bo demên seretayî yên șoreșa Sûriyê û hewildanên ku her aliyek qezencên leșkerî li ser erdê wergire.

Sulêman ku niha li Hewlêr dimîne, bal kișand ser kombûnekê ku berî çend roja li Cinêv hat li darxistin û ew wek ENK-S ji aliyê peymangeha Demuqrasî û pêșveçûnê ve hatibûn vexwendin ji bo çarserkirina nakokiyên di navbera wan û TEV-DEM de.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Ehmed Sulêman SW 04_24_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:13:44 0:00

XS
SM
MD
LG