Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervin Çakar: Destana Kurdî Pir Zengîn e û Kêrî Opera tê


Pervin Çakar dengbêja opera ya Kurd, bi dengê xwe yê zelal û bilind karîbû cihê xwe di nav hunermend û dengbêjên mezin yên muzîka klasîk bigire.

Li Îtalya, welatê ku Çakar lê dijî, wê xelata yekem ji baştirîn dengê jinan re wergirt û beşdarî gelek operayên navdar yên mîna Carmina Burana ya Carl Orff's, Deidamia ya Handel û Mozart navdarên muzîka klasîk ya Ewrupa bû.

Pervin bi xwe ji Mêrdînê ye. Wê bi piştgiriya malbata xwe, li Enqerê derbasî xwendina beşê muzîkê bû û dû re çû Îtalya û li wir beşê opera qedand.

Tevî ku ev neh sal in Pervîn li derveyê welêt e, ew girêdana xwe bi mal û cihê xwe jibîr nake û dixwaze ku ew jiyana Kurdistanê û hest û sawirên wê têxe nav berhemên xwe.

Pervin ji Dengê Amerîka re dibêje destanên Kurdî gelekî nêzîkî karê opera ye û ger kar li ser wan bên kirin, wê bi astekî bilind bên afirandin û bibin opera.

Wê herwisa got, asta dengê wê ya soprano, di asta bilind ya dengbêjiya klasîk de ye û di nav dengên Kurdî de ew ast, wek hunermend Meryem Xanim û Eyşe Şan peyda dibe.

"Hunermendên mezin yên wek Nîzamattîn Arîç, Ganî Mîrzo, Aynur Dogan û Tara Caf di nav Kurdan de hene ku berhemên wan bi asteke bilind hatine afirandin û ew dikarin li ser dikên navnetewî bên strandin.

Kerem kin guh bidin vê hevpeyvîna taybet ligel Xanim Çakar:

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:30 0:00

***

Jibo bêtir zanîn li ser hunermend Pervin Çakar hun dikanin serdana vê malperê bikin.

Li jêr jî çend mînakên ji berhemên hunermenda serket hene:

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:50 0:00

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

***

Çend fotoyên Pervîn Çakir:

http://www.dengeamerika.com/media/photogallery/pervin_cakar/2741717.html

XS
SM
MD
LG