Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di serdaneke dîrokî de îro Sêşemê çû Somalî û bi Serokê wî welatî Hesen Şêx Mihemed re hevdîtinek kir.
Rojnamevanê Dengê Amerîka Pam Dockins ku ligel Kerry seyahat dike, ragihand ku Kerry û Mihemed li firîngeha Mogadişu bi qasî sê seet û nîv axifîn. Di wê hevdîtinê serokwezîrê Somalî û karbidestên din wî welatî jî amade bûn.
Wezîrê Derve yê Somalî Abuselam Hadliye Omer ji pişka Somalî ya Dengê Amerîka re got ku serdana nîşan dide ku Somalî guherîye û rê li ber hatina karsazan vebûye.
Omer ji zarê Kerry ragihand ku Amerîka hizira vekirina balyozxaneyekê li Mogadişu dike.