Karbidestên Alman dibêjin, wan 4 kes desteser kirine ku guman heye komeke tundrê ya rastger damezrandiye.
Karbidest dîyar dikin ku ew kesên girtî amadekarî dikirin ku êrîşî mizgeftan û xanîyên penaxwazan bikin.
Li malên 4 kesên desteserkirî – sê mêr û 1 jin- de madeyên peqînkar hatin dîtin û ew kes bi tawanên terorîzmê têne girtin.