Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Britanî jibo Hilbijartinên Parlemanî Îro li Ser Sindoqan in


Vue du stade de l'Amitié de Libreville, Gabon, 14 janvier 2016. (VOA/Timothée Donangmaye)
Vue du stade de l'Amitié de Libreville, Gabon, 14 janvier 2016. (VOA/Timothée Donangmaye)

Dengderên Britanî îro Pêncşemê jibo hilbijartinên parlemanî diçin ser sindoqan, lê pispor nikarin pêşbînî bikin ku kî wê encam çawa be.

Pirsnameyeke seranser Brîtanya ku do Çarşemê hatibû kirin, nîşan dide ku Partîya Konservatîf ya Serokwezîr David Cameron bi 33 ji sedê dengan di rêza pêş de ye.

Opozîsyona serekî, Partîya Karkeran ya Ed Milliband tenî bi yek puan di rêza duyê de ye.

Pispor li gor encamên pirsnameyên texmîn dikin ku dibe du partîyên mezin bi beşdarbûna hîn partîyên biçûk, neçar bimînin ku hikûmeteke koalîsyonê pêk bînin.

Birêz Cameron soz da ku eger were hilbijartin, ewê referandumekê bike ku mayîn yan nemana Brîtanya di nav Yekîtîya Ewripa de bîne pêş gel.

XS
SM
MD
LG