Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu sînorê Sûriyê derbas kir da ku serdaneke ji nişkave bide gora bapîrê dameznêrê Empratorya Osmanî.
Sibata borî, Tirkiyê bi sedan leşker şand nav Sûriyê da ku gora Silêman Şah ji cihekî bibin cihekî din. Devera ku gora Silêman Şah lê bû li jêr destê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) e.
Ofîsa Davutoglu got ku rêberê Tirk îro Yekşemê serdana ziyaretgehê kir. Gor nuha dora 250 metreyan dûrî sînorê Tirkiyê li devera Aşma dikeve.
Ajansa Dogan ya nûçeyan li Tirkiyê ragihand ku Dvutoglu bi karwanekî otomobîlên leşkerî derbasî Sûriyê bû. Firokên helîkopter jî parastina wî dikir.