Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterekî Rûsya ji Hikûmetê Dixwaze Navên Lîsta Reş ya YE Eşkere Bike


Dmitry Gudkov.
Dmitry Gudkov.

Endamekî parlamena Rûsyayê bi fermî daxwaz ji Wezîrê Derve Sergey Lavrov kiriye ku piştrast û şirove bike çima 89 siyasetvanên Ewrupayî nikarin derbasî Rûsya bibin.

Rûsya navên wan kesan ligel Yekîtiya Ewrupayê (YE) parve kiriye, lê qebûl nake ku wan navan eşkere bike. Lê dezgeheke ragihandina Finlandayê ew nav belav kiriye. Li gorî wê, ew siyasetvan ji 17 welatên YE ne. Lê sedema qedexekirina derbasbûna wan bo Rûsya nehatiye eşkerekirin.

Dmitry Gudkov, endamê bi tenê li nav parlamena Rûsya ku dijatiya Kremlin dike, îro Yekşemê daxwaz ji Lavrov kir ku vê yekê piştrast bike û bide xuyakirin çima ev kes nikarin derbasî Rûsya bibin.

YE jî rexne li vê gava Mosko kiriye û gotiye ku ew karekî bêsedem e, bi taybet ku ti zelalkirin derbarê wê nehatiye pêşkêşkirin.

YE jimareke siza û qedexeya çûnûhatinê daniye ser Rûsya, jiber karên wê li Ukraynayê.

XS
SM
MD
LG