Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agir bi Navendeke Saxlemiyê li Qamişlo Dikeve: Kuştî û Birîndar Hene


Navenda Saxlemiyê li Qamişlo. Jêder: TCK.
Navenda Saxlemiyê li Qamişlo. Jêder: TCK.

Di encama agirekî mezin de li nav navendeke saxlemiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, jimareke kes hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar ketin.

Televizyona dewleta Sûriyê di raportekê de dibêje, sedema wê şewatê teqîna depoya mazotê li nav avahiyê bû.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Şivan Temo, rûniştvanê Qamişlo dibêje jimara qurbaniyan heta nuha gihiştiye 27 kesan û dibe ku bilindtir bibe jiber ku rewşa gelek kesên birîndar metirsîdar e.

Birêz Temo ku li cihê bûyerê amade bû, dibêje piraniya kesên kuştî karmendên navendê bûn. Herwiha hate ragihandin ku jimareke zarok jî di nav qurbaniyan de bûn.

Desthilatdarên xwecihî li bajarê Kurdî vê şewatê vekolîn dikin.

XS
SM
MD
LG