Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Duşemê vedigere Amerîka piştî ku lingê xwe di bûyereke baysikil de li Fransayê şikand.
Birêz Kerry li nexweşxaneyeke bajarê Jinêva yê Swîsrayê hate dermankirin, piştî ku bûyer roja Yekşemê li devereke Fransî, dora 40 kîlometran dûrî sînorê Swîsrayê çê bû.
Berdevkê Wezareta Derve John Kirby do Yekşemê got, Kerry dixwest Yekşemê bişev vegere Amerîka, lê bijîşkan ew yek pêşniyar nekir. Kirby herwiha got ku wezîrê derve di rewşeke baş û çalak de ye û jimareke peywendiyên telefonî jî pêk anîne, yek ji wan bi Serok Barack Obama re bû.
Ewê birêz Kerry li bajarê Boston jî were dermankirin.
Hêjayî gotinê ye, John Kerry li Swîsrayê bû jibo gotûbêjên navokî ligel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf.