Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WFP: Tundûtûjiyê Nehişt ku Bareke Xwarin Bigihêje Bêndera Eden li Yemenê


Progama Xwarinê ya Cîhanî (WFP) îro Duşemê got ku tundûtûjiya berdewam li bajarê Eden ya başûrê Yemenê keştiyeke bi xwarinê barkirî neçar kiriye ku riya xwe biguhere û li bêndera Hudeyda ya berava rojavayê welêt deyîne.

WFP danheva xwarin û dermanan li welatê Djibouti dikir, berî ku wan derbasî Yemenê bike da ku bigihêje bi milyonan kesên sivîl ku ziyan ji şerê serhildayên Husî û hêzên hikûmetê dîtine.

Li gorî daxuyaniyeke WFP, keştiya ku riya xwe guhert, bi xwarinê hatibû tijî kirin ku têra 60 hezar kesan bo mehekê dikir. Daxuyaniyê herwiha got ku karmendên alîkariyê dê hewil bidin bi riya bejî biçin da ku van alîkariyan bigihêjin kesên pêdivî pê hene.

Tundûtûjiyê roja Duşemê berdewam kir, dema ku êrîşên esmanî yên bi serkêşiya Erebistana Saudî li jimareke armancên Husiyan li Senaya paytext dan.

XS
SM
MD
LG