Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasêr Hec Mensûr: Girînge Pêkhateyên Herêmê Xwe Bi Xwe Biparêzin


Nasêr Hec Mensûr
Nasêr Hec Mensûr

Li parêzgeha Hesekê, li bêhtirî eniyeke șer șervanên Kurd êrîșên çekdarên Daiș vegerandin û hindek gundên din li Bajarê Serê Kaniyê rizgar kirin. Di demekê de ku çalakvan behsa hin pevçûnên di navbera Daiș û hêzên rêjîmê dikin li bajarê Hesekê.

Serokê nivîsîngeha pêwendiyan ya desteya berevaniyê li Kantona Cizîrê rêzdar Nasêr Hec Mensûr, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:

“Her çendî șer li dijî Daiș berdewam e û șervanên Kurd her diçin serkeftinên bêhtir qezenc dikin, lê emê her û her daxwaza çekên giran li ser erdê bikin ji aliyên navnetewî.”

Hec Mansûr ku li bajarê Qamîșlo dimîne, bal kișand ser girîngiya yekîtiya pêkhateyên herêmê ji bo rawestana li dijî Daiș û ew wek pilaneke serkeftî anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Nasêr Hec Mensûr SW 06_01_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:08 0:00

XS
SM
MD
LG