Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşeng Osê li Ser Civîna Parîsê ya Derbarê DAÎŞ Dipeyive


Aliyek ji civîna Parîsê.
Aliyek ji civîna Parîsê.

Jimareke Wezîrên Derve û endamên koalisyona navnetewî ya dijî Dewleta Îslamî (DAÎŞ) îro Şêşemê li paytexta Fransayê, Parîs kom bûn, bi mebesta gotûbêjkirina karê vê koalisyonê di şerl dijî rêxistina terorîst de.

Di dema dawî de, hinek rêberên navnetewî mikur hatine ku şerê li dijî DAÎŞ li Îraq û Sûriyê hinekî paşve ketiye.

Di vê derbarê de, Hoşeng Osê, nivîskar û pisporê karûbarên Rojhilata Navîn ji Dengê Amerîka re dibêje, pirsgirêk ne pirsgirêka êrîşên esmanî yan şandina çekan bo hikûmeta Îraqê ye. "Pirsgirêk ew e ku van welatan hîn civaka Sunnî bi taybet li Îraqê tênegihiştiye," wî got.

Di dirêjahiya hevpeyvîna xwe de, birêz Osê herwiha dide zanîn ku Sûriyê û Îraqê bûye navenda terorîstan, "lewra welatên koalisyonê dixwazin şer berdewam bike da ku bingeha terorê ji binî de armanc bikin."

Hevpeyvîn bi Hoşeng Osê re
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:08 0:00

XS
SM
MD
LG