Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piraniya xelqê Ruhayê Bêtir Dengê Xwe Didin Namzedên Eşîrên Xwe


Peyamnêr Xecîcan Farqîn

Tesîra eşîran li Ruhayê pir zêde ye. Piraniya xelqê wir, ji partiyan bêtir, dengê xwe didin namzedên eşîrên xwe. AKP di lîsta xwe de cîh daye nûnerên eşîran.

Listê de rêza yekê de Nûrettin Nebatî heye. Ew ji wêranşarê ye û Ereb e. Dostê serokkomar Erdogan e.

Di rêza duyê de Mehmet Kasim Gulpinarli heye, xwedî eşîr e û şêx in. Ji Sêwregê ye.

Namzede sêyemîn Seydî Eyuboglu ji eşîra Badiliyan e. Ew di partiyên cuda de çar caran bûye parlamenter. Neha parlamentere AKPê ye.

Me xwest digel wî hevpeyvînek bikin lê pir zêde mijûl bû. Me jî mîkrofonê da ber hilbijêrên AKPê yên ku ew roj hatibûn serdana Eyuboglu. Me pirsî bê ka ew jibo rewşa hilbijartinê çi difkirin herwiha jibo çi sedemê dixwazin dengê xwe bidin AKPê.

Bersiva van pirsan di dirêjayiha raporta dengê de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:02 0:00

XS
SM
MD
LG