Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dijî Êrîşa Amedê Daxuyaniyên Nerazîbûnê


Êrîşa bombeyî ya li mîtinga Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Amedê ku roja Îniyê pêk hatin, berî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bû sedema dengvedaneke mezin.

Êrîşa li Amedê ku li nav mîtinga gel hate kirin, li bîragiştî ya Tirkiyê wek provokasyoneke berîya hilbijartinên parlemana Tirkiyê tê nirxandin.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş, piştî teqînê bi demekê banga aramiyê kiribû û ji gel xwestibû, bersiva xwe li ser sindoqên hilbijartinê bidin.

Piştî teqînên li Amedê Serokomar, Serokwezîr û serokên partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê jî li ser êrîşa li Amedê daxuyanî dan.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameyeke TV’yê de sersaxî xwest û li ser êrîşa hatiye kirin peyivî.

“Rûdana vê êrîşê ya berî hilbijartinê bi 2 rojan, bi awayekî cidî guman anî ser hilbijartinê. Her çi be jî em ê bi awayekî hilbijartinê bikin.”

Erdogan îro Şemiyê jî li mîtinga bajarê Bartinê daxuyanî dan.

“Ev rûdaneke provokatîf e. Ez rehmetê li miriyan û şifayê ji birîndaran re dixwazim. Ez şevê din bi rêya telefonê li Hevserokê HDP’ê Demirtaş geriyam, dernakeve telefona min.”

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî got, “Lêkolîn li ser bûyerê têne kirin ku ev bi awayekî eşkere diyar e em rûbirûyî sabotaj û provokasyonekê ne.”

Davutoglu herwiha banga aramiyê ya Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş bi bîr xist, “Di navbera wan de li ser vê meselê ti ferqek tune ye, lê hinek ji nav heman partiyê daxuyaniyên cuda didin û partiya wan sûcdar dikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser teqîna li Amedê peyameke serxweşiyê belav kir.

“Bila neyê jibîrkirin ku bi milyonan dengên hilbijêran bi qasî çûyîna canekî nakin.”

Hevserokê HDP’ê Demirtaş piştî bangên aramiyê ku piştî teqînê li Amedê kirin îro Şemiyê bernameya xwe ya hilbijartinê li Stenbolê bi dawî kir.

Demirtaş li ser pirsa rojnamevanan a li ser bersivnedana telefona Serokomar Erdogan axifî.

“Serokomar dema bûyer qewimî li bajarê Eskîşehirê li mîtingê bû. Li ser vê qetlîama hovane ti gotinek nekir. Dibe ku xwestiye xwe bigihîne min, lê ya girîng ne ez im. Li wir gelê me yê ku rûbirûyî kuştinkariyê bûye heye, bila ji wan lêborînê bixwazin û xemgîniya xwa bînin ziman. Madem Serokomarê 77 milyon hemwelatiyan e, bila here kulîlkan deyne cihê teqînê. Mesele ne ez im, mesele gel e, ew deyndar in ku lêborînê ji gel bixwazin.”

Hêjayî gotinê ye, îro Şemiyê kempeynên hilbijartinê heta êvarê bi dawî dibin ku di gelek nirxandinan de jî tê gotin, ev hilbijartin di bin siya êrîş û provokasyonên dijî demokrasî û raya gel pêk tên.

Partiyên opozîsyonê bi taybet HDP, partiya deshilatdar AKP’ê jiber gotin û daxuyaniyên dijî derbaskirina benda hilbijartinê, wek bûyîna sedema êrîş û provokasyonan tometbar dike.

Daxuyanî derbarê Êrîşa Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG