Dengdaran li Tirkiyê rê li ber planên Serokê welêt Recep Tayyip Erdogan girt ku desthilata xwe berfireh bike, piştî ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar nikarîbû piraniya zelal di hilbijartinan de bidest bixîne.
Ev cara yekê ye di nav 13 salan de ku AKP rastî rewşeke wisa di hilbijartinan de tê.
Di daxuyaniyekê de îro Duşemê, birêz Erdogan got, “gelekî girîng e ku hemû hêzên siyasî bi awayekî berpirsyar parastina atmosfera aramî û baweriyê û destkeftên demokratîk li welêt biparêzin.”
Serokomarê Tirkiyê got, “baweriya min bi encaman tê, ew derfetekê nadin çi partiyê ku bi tena xwe hikûmetekê damezrîne. Divê hikûmet bi awayekî realîstîk bi şêwira hemû partiyan were avakirin.”
Neşiyana AKP ya bidestxistina piraniya zelal ya dengan, rê li ber Erdogan digire ku destûra Tirkiyê biguhere da ku demokrasiyeke serokatî peyda bike.
Li aliyê din, Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) serkeftineke mezin bidest xist û bendava 10 ji sedî derbas kir. Partiya HDP ya Kurdan nuha dikare wekî partî têkeve parlamena Tirkiyê. Şirovekar pêşbîn dikin ku HDP dora 75 nûner di parlamena nû de hebe.
Serkeftina HDP bû egera şahî û pîrozbahiyên mezin derengî Yekşemê li bajarê Amedê (Diyarbekir).