Şervanê YPG’ê yê Amerîkî Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rûmet) li gundê Qenterê yê Kobanê di 3’ê Hezîranê de di şerekî li hember çekdarên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê Broomfield ji aliyê nûnerên Konsolosxaneya Amerîka ya Edeneyê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ji rayedarên kantona Kobanê hat wergirtin.
Di hevpeyvîneka Fermanderê YPGê li Kobanê Heqan Kobanê de bi Dengê Amerîka re got ku Gelhat û yên mîna wî ji şervanên biyanî ku tevî nav Yekîniyên Parastina Gel dibin rûmeteke mezin e ji gelê Kurd re û hemû mirovan re jî.
herwisa Kobanê dibêje Gelhat ji Kurdan hezdijir û bi bîr û bawerî tevî nav şerê li dijî DAIŞ bû, û dixwest ku fêrî zimanê Kurdî bibe û jiyana Kurdan baştir nasbike.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê dengî veke