Dadgeheke Misrî li Qahîra, efserekî polîs di kuștina xwepêșandereke jin de ku destpêka îsal hatibû kuștin de, gunehkar dît û ew bi 15 sal zîndan ceza kir.
Efser hat gunekbar kirin bi kiryarên ku bûyî sedema kuștina çalakvan Shaimaa al-Sabbagh ku cezayê wan kêmtir ji kiyara kuștinê bi xwe.
Kuștina wê bû cihê tengirandinê di nav Misriyan de li dor hovîtiya polîs.
Al-Sabbagh hat kuștin dema ew diçû meydana Tehrîr li Qahîra ji bo tevlêbûna kombûneke rêzhînanê ji bo xwepșanderên hatî kuștin di 25 meha çeleya sala 2011de, ku bi armanca rûxandina serokê Misir yê wê demê Hosnî Mubarek dibûn