Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Heram Êrîşî 6 Gundan li Nejîryayê Dike


Endamên hêza gencan ya ewlehiya xwecihî li Bakûrê Nejîryayê dibêjin, çekdarên girûpa Boko Heram êrîşî 6 gundan kirine û 37 kes li wîlayeta Borno kuştine.

Komîtên Ewlehiya Xwecihî yên alîgirên hikûmetê ji rojnamevanan re got ku ew êrîş di roja Çarşemê de ji aliyê Boko Heram ve pêk hat.

Piraniya qurbaniyan ji gundiyan bûn, yên ku ji demeke nêzîk ve vegeriya bûn gundên xwe piştî ku hikûmetê gundên wan ji mayinan pak kiribûn.

Herwisa jî doh Pêncşemê, li paytexta Nejîryayê Abuja, karbidestên Nejîrya, Nîjer, Chad, Kameron û Benin civiya bûn bo giftûgokirina şerê li dijî Boko Heram di herêmê de û têkbirina wan.

XS
SM
MD
LG