Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Redûr Xelîl ji Ajansa Associated Press re dibêje, hêzên Kurd piraniya bajarokê Girê Spî yê ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê kontrol kirine.
Birêz Xelîl dibêje, YPG ji aliyê rojhilat û rojava ve derbasî bajarokê sînorî bûne û ligel çekdarên Dewleta Îslamî ketine nav şerekî giran.
Jêderên xwecihî jî radigihînin ku YPG û hêzên hevalbendên wê êdî nuha xala sînor ya Girê Spî kontrol dikin. Çalakvanan li ser malperên medyaya civakî jî wêne û vîdyoyên kontrolkirina xala sînorî belav kirine.