Rizgarkirina Girê Spî li ser destê şervanên Kurd yên YPG û YPJ û hin grubên çekdarên Ereb serkeftineke mezin bû ji Kurd û Erebên Sûrîye re.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, nivîskar Salar Osê got ku Kurdan karîbûn lawaziya DAIŞ nîşanî dinê bikin çi li Kobaniyê û çi li Girê Spî jî, piştî ku gelek dever li Iraq û Sûriye xistin jêrî destê xwe bê tu berxewdanî .
Herwisa jî birêz Salar dibêje rizgarkirina Girê Spî alîkariya Tirkiye ji DAIŞ re qut kir û tevgera DAIŞ li wê herêmê pûç kir.
Ji aliyê Kurdan jî, birêz Salar dibêje Kurd li meydana şer gelekî bihêz in lê divê ku ji aliyê siyasî ve xwe bidin pêş û zanibin serkeftinê xwe yên leşkerî wergerînin serkeftinên siyasî li hemberî dijbertiya rikeberiya Sûrî ji maf û doz Kurdî re li Sûriye.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê den veke