Komela Jinên Kurd li Amûdê (Kolîşîna) xebata xwe jibo piştgirî û bihêzkirina jinan berdewam dike.
Menal Huseynî, endama pilebilind ya komelê bêtir agahiyan derbarê komela xwe dide. Ew dibêje, Komela Jinên Kurd li Amûdê komeleke serbixwe ye ku ligel şoreşa Sûriyê dest bi karê xwe kir.
Ev Komel herwiha piştgiriya zarokan û wan kesên ku koçber bûne dike. Endamên komelê dixwazin jin dengê xwe hildin û li hêviya dengên mêran nemînin.
Dirêjahiya vê hevpeyvînê li ser vê fayla dengî guhdarî bikin.