Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zuhat Kobanî: Li Sûriyê Em Siyaseta Xeta Sêyem Birêve Dibin


Zuhat Kobanî
Zuhat Kobanî

Rojnameya Hurriyet Daily News îro di gotarekê de ronî daye ser dokumentekê ku wezareta derve ya Tirkiyê amade kiriye, dibêje Enqere bi çi șêweyî napejirîn e ku (PYD) guhertinên demografîk li bakurê Sûriyê çêke, û ew wek derbaskirina xetên sor binav kiriye.

Berpirsê rêxistina Partia Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Ewrupa rêzdar Zuhat Kobanî, ji Dengê Amerîka re bersiva vê yekê da û got:

“Me çi plan nînin ku Sûriyê perçe bikin. Em doza welatekî demoqrat û yekgirtî dikin. Çi bingeh ji van axaftinan re nînin. Ji dêvla gotinên wiha pêwîste Tirkiyê spasiya me bike li ser dabînkirina ewlekariyê ji bo sînorê wê”

Kobanî ku li Belcîka dimîne, bal kișand ser helwesta Amerîka li dor (PYD) û ew wek helwesteke erênî anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.

Zuhat Kobanî SW 06_22_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:34 0:00

XS
SM
MD
LG