Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşên giran tîne Ser Bajarê Hesekê


Bajarê Hesekê

Çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Pêncșemê derbas bûn hindek taxên bajarê Hesekê ku piraniya wan Kurd û dest dane ser gelek navçeyan, li gor berpirs û medya dewleta .

Ev erîș hat, piștî têkçûna DAIŞ li beramber hêzên Kurdî hefteya borî. Bajarê Heseke di navbera hêzên serokê Sûriyê beșar Esed û șervanên Kurd de dabeșkiri ye.

Peyîvdarê YPG Rêdûr Xelîl, got çekdarên DAIŞ erîșî taxên di bin destê hikûmetê yên li bașûrê bajêr hin navçe kontrol kirin.

Televîzyona Sûrî di raportekê de ragihand ku li aliyê taxa Neșwa ya bașûr pevçûnên giran di hindurê Hesekê de dibin û geleke kes ji alîyê DAIŞ be hatin kuştin.

Tê zanîn ku DaIŞ demekê berê vê mehê derbasî derdora aliyê bașûrê Hesekê bû lê hêzên hikûmetê di rûyê wan de derketin û ew ji wir derxistin.

XS
SM
MD
LG