Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeya li ser Ala Konfederasyona Amerîkî Berdewam e


Çalakvanekê li wîlayeta South Carolina ya Amerîkî ala konfederasyona Amerîkî ji derveyî avahiya hikûmeta xwecihî hilanî. Ev yek hat, rojekê piştî ku Serokê Amerîkayê Barack Obama ew al wekî “bîrxistinek jibo zordariya sîstematîk û zulma nijadî” bi nav kir.

Çalakvana jin bi navê Britanny Newsome hate naskirin. Ew reş e û temenê wê 30 salî ye. Newsome yekser hate girtin piştî ku al daxist. Wêne û vîdyoyên bûyer li ser malperên medyaya civakî hatin belavkirin.

Polîs li bajar Columbia, paytexta South Carolina herwiha mêrek girtin ku peywendiya wî bi hilanîna alê hebû.

Yek demjimêrê piştî hilanîna alê, ew careke din hate danîn. Piştre jimareke xwepêşanderên piştgiriya ala konfederasyona Amerîkî dikin, ji derveyî avahiyê xwepêşandinek pêk anî.

Li bajarê Montgomery yê wîlayeta Alabama jî, dora yek hezar kes bi ala konfederasyona Amerîkî xwepêşandinek lidar xistin û nerazîbûna xwe ji Fermandarê wîlayetê Robert Bentley nîşan dan. Bentley roja Çarşemê ferman da ku her çar alên konferderasyonê ji erda avahiya paytexta wîlayetê werin hilanîn.

Li gorî qanûnê, alên konferasyona Amerîkî li Kongresa wîlayeta South Carolina hatiye danîn, jibo rêzgirtin li leşkerên konfederasyona başûrê Amerîka ku di Şerê Navxweyî yên Amerîkayê de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG