Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Libanan Xwepêşandaneke Piştgiriyê Bo Kobaniyê.


Jimarek kurdên Sûriyê li Lubnan xwepêșandanek li Beyrûtê li dar xistin û bi durișm û siloganan, piștgiriya xwe bo Kobaniyê û Hesekê nîșan dan û komkujiya Kobaniyê wekû kiryarên terorîst yên dijî morovatiyê ragihandin.

Endamê komîta herêmî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li Lubnan rêzdar Șêxi Henan, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê xwepêșandanê û got:

“Endamên revenda Kurdî, ji Parêzgehên Terablos, Bașûrê Lubnan û ji Bîqai jî tevlî Kurdên Beyrûtê bûn û xwestina nameya xwe bo nerîna giștî û ya Lubnanî ragihînin li dijî hêza terorîst Daiș.”

Henan ku li Beyrûtê dimîne, her wiha got xwepêșanderan nameyek di vê derbarê de sipartin Niwêneratiya Yekîtiya Ewropî li Beyrût û tê de ronî dan ser komkujiya Kobaniyê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.

Şêxo Henan SW 06_28_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:30 0:00

XS
SM
MD
LG