Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîn li Mizgefteke Cebhet el Nusra li Sûriyê Çê Dibe


Çalakvanên Sûrî dibêjin, bombeyek li nav mizgefteke Şaxê el Qayîde li Sûriyê Cebhet el Nusra teqiya û di encamê de bi kêmî 14 kes hatin kuştin.

Çalakvan dibêjin, teqîn li Mizgefta Salim ya bajarokê Erîha li parêzgeha Îdlibê pêk hat, dema ku piştgirên el Nusra fitora xwe destpê dikirin. Teqîn do Îniyê pêk hat.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov îro Şemiyê ragihand ku di teqînê de 31 endamên el Nusra hatin kuştin, di nav wan de jî 5 komandarên leşkerî.

Çalakvan Ehmed el Ehmed yê ku li hundir Sûriyê ye got, 15 çekdarên Cebhet el Nusra hatin kuştin û bêtirî 30 birîndar bûn.

Cudahiya di jimara qurbaniyan de demûdest nehate şirovekirin, jiber ku el Nusra dever dorpêç kiriye.

XS
SM
MD
LG