Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raman Seydo: DAIŞ li Hesekê bi Paş ve Vegeriya ye


Piştî êrîşa çekedarên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şerên giran ji aliyê rejîma Sûrî û şervanên Kurd ve li dijî wan tên kirin.

Firokên hevpeymaniya navnetewî jî piştgiriya esmanî di vî şerî de dikin.

Çalakvanê Kurd Raman Seydo di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got ku şerê giran li Hesekê dibe û rejîma Sûrî bi firokan êrîşî DAIŞ dike û çend dever ji destê wan derxistiye.

Birêz Seydo herwisa dibêje, şervanên Kurd yên Yekîneyên Parestina Gel (YPG) taxên Kurdan diparêzin û ta nuha bi giranî neketine nava şer.

"Lê ew di rewşa amadebaşiyê de ne tevî piştgiriya wan ji aliyê hêza hevpeymaniya navnetewî ve ku rê li ber pêşveçûna DAIŞ digire," wî got.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê deng veke.

Hevpeyvîna Raman Seydo-7-4-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00

XS
SM
MD
LG