Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KCK Dibêje Ewê Şerê Dijî Dewleta Tirkiyê Destpê Bike


Şervanên Kurd li Tirkiyê îro Yekşemê ragihand, ewê êrîşî bendavan li deverên Kurdan yên başûr rojhilatê welêt bikin.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro daxuyaniyek derxist tê de got, avakirina bingehên leşkerî, bendav û rêkan jibo mebestên leşkerî, agirbesta heyî binpê kiriye.

KCK, rêxistina siyasî ya berfireh e ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) beşek e jê. Di daxuyaniyê de KCK’ê got, “dewleta Tirkiyê sûd ji mercên agirbestê wergirt, ne jibo çareseriyeke siyasî ya demokratîk, lê belê jibo baştirkirina cihê xwe bi amadekirina jibo şer.” Daxuyaniyê herwiha got, “mebesta avakirina bingehên leşkerî û rêk û bendavan, jenosîda kulturî ye.”

Hêjayî gotinê ye, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nav deh salan de wekî serokwezîr, rê dabû Kurdan ku mafên xwe yên kulturî bikar bînin û herwiha sala 2012’ê dest bi gotûbêjên aştiyê ligel rêberê PKK’ê yê zindankirî Abdullah Ocalan kiribû.

Lê di daxuyaniya KCK ya Yekşemê de hate gotin ku, “tevgera Kurd biryar daye ku vê danûstandinê hew qebûl bike û êdî ewê hemû rengên xebatê bike, di nav de jî bikaranîna hêzên Gerîla, jibo rawestandina avakirina bendavan li herêmên Kurdan.”

Di hilbijartinên parlamenê yên Hezîrana borî de, Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ser bi Kurdan ve, rêjeya 10 ji sedî jibo cara yekem derbas kir û 80 kursî li parlamena Tirkiyê misoger kir.

XS
SM
MD
LG