Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hewildanên Derbaskirina Pêșmergeyên Rojava Bo Sûriyê


Ehmed Qasim, Nasir Hec Mensûr û Kawa Azîzî
Ehmed Qasim, Nasir Hec Mensûr û Kawa Azîzî

Berpirsê pêwendiyên derve yê Partî Demuqratî Kurdistan rêzdar Hêmin Hewramî di kombûnekê de li Wașinton, û di derbarê pirsekê de li dor derbasbûna hêzên pêșmergeyên rojava bo Sûriyê ragihand ku ew derbasûna vê hêzê bê rêkeftin red dikin.

Gelo Derbasbûna wan ta kîjan astê pêwîstî bi rêkeftinekê heye û eger bê rêkeftin derbasb in, gelo dê bibe sedema șerekî birakujî?

Hinek vê hêzê wek pêwîstiyeke netewî tînin ziman û dibêjin dê bi awakî xurt piștgiriya aștî û aramiya herêmên Kurdan bike û dê moralên șervanên Kurd û her wiha moralên xelkê sivîl bilind bikin ku mal û cihên xwe bicînehêlin.

Lê hinek jî dibînin ku ewê bibe sedema nakokiyan, bi taybetî, eger ne bi erê kirina rêveberiya xweser be.

Gelo derbasbûna wan tenê daxwazeke gelêrî ye an ew pêwîștiyeke bingehîne li ser erdê?

Gelo haya Amerîka ji vê hêzê heye û derbasbûna wê dê bi erê kirina wê be be, an tiștekî navxweyî Kurdî ye û qet haya Amerîka jî jê nîne?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan vê babetê gotûbêj dike:

Endamê serkirde yê Partiya Demoqrata Pêșverû ya Kurdî li Sûriyê û niwênerê wê li Stenbolê rêzdar Ehmed Qasim ku li Stenbol dimîne; serokê nivîsîngeha pêwendiyan ya desteya berevaniyê li Kantona Cizîrê rêzdar Nasêr Hec Mensûr ku li Qamîșlo dimîne; û her wiha endamê serkirde yê Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) rêzdar Kawa Azîzî ku ew jî li Hewlêr dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Sense & Stance SW 07_14_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:05 0:00

XS
SM
MD
LG