Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Qadir: Bêhtirî 70 Çekdarên Daiş Tevlî Komkujiya Kobaniyê Bûbûn


Mehmûd Qadir

Rêxistina Biratî ya Mafê Mirov raportek li dor komkujiya Kobaniyê amade kir ku tê de ronî dide ser nîrên ku çekdarên Daiș derbasî bajêr bûyî. Raportê her wiha jimara kuștiyên sivîl û birîndaran belge kir û ew pêșkêșî hin aliyên navnetewî kir.

Birêvebirê beșê çavdêrî û belgekirinê di rêxistana Biratî de rêzdar Mehmûd Qadir, ji Dengê Amerîka re, ronî da ser vê raportê û got:

“Di amadekirina raporta xwe de, me gelek hevdîtin û hevpeyvîn li gel xwedî û kes û nasên qurbaniyan û her wiha li gel hin birîndarên ku ji komkujiyê rizgar bûyî li darxistin. Me di raportê de ronî da ser derbasbûna Daiș bo bajêr û șêweyên kuștina xelkê sivîl.”

Qadir ku niha li Tirkiyê dimîne, ragihand ku piștî amadekirina raportê, wan ew șand ji hin aliyên navnetewî re da ku bala cîhanê bikșînin ser vê komkujiyê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:50 0:00

XS
SM
MD
LG