Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Teqîna DAIŞ, Hikûmeta Îraqê Polîsê Diyala Reform Dike


Du karbidestên polîs li parêzgeha Diyala ya rojhilatê Îraqê dibêjin, desthilatdar polîsxaneya bajarokekî reform dikin, piştî ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) di teqînekê de 115 kes li wir kuştin.

Ew karbidestên polîs dibêjin, efserê polîs li Xan Benî Se’ed û sê efserên din ji kar hatin derxistin, piştî êrîşa li ser bazareke qerbalex di êvara Cejna Remezanê de. Ew dibêjin, du efserên din yên polîs li jêr lêpirsînê ne.

Van karbidestên polîs navên xwe eşkere nekirin, jiber ku wan destûr nebû ligel rojnamevanan biaxivin.

Di êrîşa Îniyê bişev de li bajarokê piranî Şîa bi kêmî 115 kes hatin kuştin ku jin û zarok jî di nav de hebûn. Bêtirî 170 kesên din jî birîndar bûn. Êrîş ya herî kujer bû, ji dema ku hêzên Amerîka sala 2011’ê ji Îraqê vekişiyane.

XS
SM
MD
LG