Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Paşeroja Pêvajoya Aştiyê Tê Nîqaş Kirin


Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê paşeroja pêvajoya aştiyê ku ev nêzî 4 sal in berdewam dikir, nediyar e.

Li aliyekî hewildan û danûstandinên avakirina hikûmeta hevalbendî hene, li aliyekî jî rewşa dawî ya prosesa çareseriya pirsa Kurd bûye mijara gotûbêjan û jinûve destpêkirina şer tê nîqaş kirin.

Daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yên roja yekem a cejnê ku gotibû, ‘Ez mutabaqata Dolmabahçe qebûl nakim. HDP duvikê PKK’ê ye.’ hişt ku mij û gumana ser pêvajoyê zêdetir bibe.

Gelo daxuyaniyên dawî têne çi wateyê û aqûbeta pêvajoya aştiyê ber bi ku ve diçe? Me li Fatîh a Stenbolê ser vê babetê serî li nêrînên çend kesan da.

Serokê Komeleya Farqîniyan Alî Îhsan Dinç dibêje, serokomar êdî naxwaze pêvajoya aştiyê bimeşîne.

“Ger wisa bike, wê mûxatabên wî jî tedbîrên xwe bistînin û Kurd jî li gor vê rewşê polîtîkaya xwe ava bikin. Lê Kurd aştî, biratî û aramîyê dixwazin.”

Mamosteyê Malnişîn ji Amedê Îhsan Çevîk dide zanîn ku piştî ewqas şer û bedelên giran nabe ku ev proses were bidawî kirin.

“Heke bêjin ti pêvajoyeke çareseriyê tune ye, ev heqareteke mezin e ji Kurdan re. Çawa ku li cîhanê pirsgirêkên wiha hatine çareserkirin divê Tirkiye jî bi awayekî pirsa Kurd çareser bike.”

Rojnamevan M.Alî Erdogan, rawestandin û daxuyaniyên tund yên li ser prosesa çareseriyê bi çend babetan ve girê dide.

“Xem û fikarên Tirkiyê yên ewlekariyê ne. Rewşa li Rojavayê Kurdistanê û nebaşbûna têkiliyên AKP’ê yên bi PYD’ê re jî sedemek e. Herwiha HDP’ê di hilbijartinan de kar kir û xisar gihîşte AKP’ê. Di nav AKP’ê de jî hinek dixwazin şer destpê bike. Dîsa fikr û nêrînên cuda di nav PKK’ê de jî hene ku dihêlin pêvajo bixitime”.

Paşeroja Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG