Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Teqîna Bajarê Sirûcê.


Mistefa Ozçelik, Evîn Çetîn û Xalid Berkel
Mistefa Ozçelik, Evîn Çetîn û Xalid Berkel

Doh dușemê teqînekê li bajarê Sirûcê li Tirkiyê 32kes kuștin û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar kirin.

Ta niha çi alîyekî berpirsiyariya xwe ranegihandiye li dor teqînê.

Lê berpirsên Tirk dibêjin Daiș di pișt de ye û ew bawerin ku e bûyer tolvedane ji bo gavên ku dewleta Tirkiyê di nav demên dawî de li dijî Daiș avêtî.

Di heman rojê de du teqînên din doh dușemê li Kobaniyê rûdan.

Ger Daiș di pișt vê teqînê de be, ewê ji bo Tirkiyê bê çi wateyê?

Gelo ev bûyereke tek û veqetiye ji rewșa giștî, anjî Daiș dixwaze șer derbasî nava kolanên Tirkiyê bike.

Ta kîjan astê girêdana vê teqînê bi bajarê Kobaniyê heye eger em bidin ber çavan ku xwendevanên hatî kuștin hewil didan derbasî Kobaniyê bin û di avakirina wê de beșdar bin?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Cîgirê serokê kantona Kobaniyê rêzdar Xalid Berkel ku li Kobaniyê dimîne; serokê partiya Azadiya Kurdistanê li Tirkiyê rêzdar Mistefa Ozçelik; û her wiha endama Kurd di partiya Sosyal a Demuqrat a Swêdî de rêzdar Evîn Çetîn ku niha li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Sense & Stance SW 07_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:12 0:00

XS
SM
MD
LG