Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Misto: Hêzên Kurdî Derbasî Bajarokê Sirînê Dibin


Zara Misto
Zara Misto

Șervanên Kurd û hevalbendên wan di odeya Volkana Furat de, bi alîkariya koalîsyona navnetewî, derbas bûn nav bajarokê Sirînê ku bi 40 km li bașûrê bajarê Kobaniyê dikeve. Sirîn ku piraniya xelkê wê Ereb in, bû demeke dirêj di bin agirên herdû aliyên dijber, șervanên Kurd û çekdarên Daiș de ye.

Sernivîserê malpera welatî li Kobaniyê rêzdar Zara Misto ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:

“Derbasbûna șervanên Kurd û hevalbendên wan bo bajarokê Sirînê, tê di çarçoweya helmeta rizgarkirina bajarok û derdora wî de. Ew ji aliyê rojhilata û bașûr ve derbas bûn lê aliyê rojava û bakur hîn di bin destê Daiș de ye. sivîl jî hîn di hindirê Sirînê de hene.”

Misto bal kișand ser girîngiya bajarokê Sirînê û ew wek baregeheke stratîjî ji bo çekdarên Daiș anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpevînê, faylê deng veke

Zara Misto SW 07_26_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:20 0:00

XS
SM
MD
LG