Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Yekem Serokê Amerîkî ye ku Serdana Etyopyayê Dike


Serok Barack Obama dibe yekem serok di dîroka Amerîka de ku serdana welatê Etyopyayê dike.

Birêz Obama îro Yekşemê gihişt Addis Ababa ya paytext, piştî ku du roj li Kenya, welatê ku bavê wî lê dayik bûye, derbas kir.

Li Etyopyayê, Serok Obama dê ligel rêberên welêt kom bibe û li Yekîtiya Afrîqayê jî gotarekê pêşkêş bike.

Rêxistinên mafên mirov rexne li Serok Obama ji ber serdana Etyopyayê kirine. Ew dibêjin, hikûmeta wî welatî rojnamevanan digire û piştgirên partiyên opozisyonê desteser dike.

Koşka Spî jî dibêje, ewê Obama mijara mafên mirov li Etyopyayê behs bike.

XS
SM
MD
LG