Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fewaz Mehmûd: Şerê Qendîlê Ziyanê Digihîne Hemî Aliyan


Fewaz Mehmûd
Fewaz Mehmûd

Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh di daxuyaniyekê de ji șervanên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) daxwaz kir ku hêzên xwe ji herêmê bikșînin. Daxuyaniya Nivîsîngeha serokê herêmê rêzdar Mesûd Barzanî, her wiha bombekirina Tirkiyê bo navçeyên sivîlan pirotesto kir û bang li herdû aliyan kir ku vegerin piroseya aștiyê.

Endamê serkirdeyê Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriye(PDK-S) rêzdar Fewaz Mehmûd ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:

“Ji Herêma Kurdistanê wek herêmeke serbixwe tê xwestin ku sînorê xwe biparêze. Ew șêweyê berê ji șer nema roja îro sûde jê tê wergirtin. Berdewamiya șer bi vî awayî dê ne tenê ziyanê bigihîne herdû aliyên șer, PKK û Tirkiyê, belê dê ziyanê bigihîne herêma Kurdistanê jî.”

Mehmûd ku niha li Tirkiyê dimîne daxwaza hikûmeta herêmê ji PKK wek daxwazeke dostane nirxand û dupat kir ku herêma Kurdistanê dê bi çi șêweyî tevlî vî șerî nebe.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Fewaz Mehmoud SW 08_02_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:28 0:00

XS
SM
MD
LG