Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stêrê Çelo: Çelrojiya Komkujiya Kobaniyê Pir Dîmenên Diltezîn Nîșan Dan


Stêrê Çelo

Îroj yekșemê Xelkê Kobaniyê boneya çelrojiya komkujiya bajêr vejandin. Bi serdana goristana qurbaniyên komkujiyê li rojavayê bajêr û danîna gulan li ser gorên kes û nas û dostên xwe, hemwelatiyan hestên xem û hêviyê li gel hev parve kirin.

Nivîskar Stêrê Çelo ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye û li wir amade bû, ji dengê Amerîka re peyamên xelkê sivîl ragihandin û got:

“Tiștê balkêș ewbû ku xizmên hemî qurbaniyan ne amade bûn, hinek ji wan ne li bajêr bûn. jimareke mezin ji zarokên sêwî li wirbûn. Gelek zarokan gorên dayik û bavên xwe șanî me dan. Dîmenin pir diltezîn bûn.”

Çello her wiha rewșa niha ya bajarê Kobaniyê șîrove kir û ew wek rewșeke aram nirxand.

Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê faylê deng veke.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:46 0:00

XS
SM
MD
LG